Bi Mahabad Felat Arda re hevpeyvîn: Romanek li ser trajediya Kurdan

0
836
Hevpeyvîn:
Ronî Reşo

“Zagros û Zerdeşt” yekem romana Mahabad Felat Arda ye. Nivîskar, rewşa bakurê Kurdistanê a di navbera 1978 û 1992an de darî çavan dike û kesayetiya malbateke welatparêz de sosyopolîtîkaya herêmê, sosyopsîkolojiya gel, rewşa rexistinên siyasî, bûyer û qewimînên demê û bandora wan a li ser gel, dihone. 

Roman, bi mînakên trajediyên jiyana gelê Kurd ve dagirtiye ku dem bi dem mirovan di nav agirê hestyariyeke kûr de dikelijîne. Her wiha nivîskar di heman demê de, cî bi cî bi ziman û pêkenî, metelok û gotinên pêşiyan jî vegotina xwe dewlemend kiriye. 
Di romanê de, herêmên ku bûyer lê qewimîne, bi rengekî dewlemend hatiye vegotin û şayesandin ku mirov qet neçûbe wan deran jî bi van vegotinan dibe xwedî agahiyên dîrokî û cografî ên herêman û mirov xwe li wan der û waran dibîne. 
Me jî wek Aryen Kurdî xwest derbarê vê romanê de çend pirsan ji nivîskarê kitêbê bikin.
Çi an jî kî bûn sedem ku hûn vê romanê binûsin?  
Bê guman rastiya gel û welat û serdem û pêvajoyên em tê re derbas bûn, jiyan û serpêhatiyên gel û êşa neteweyekê sedemên bingehîn ên motîvasyona vê romanê ne. Ev motîvasyon dikarin bi mirovan re armanc û daxwazên cuda biafirînin. Bi min re jî daxwazeke wiha afirand.
Hûn di vê romanê de dixwazin çi bibêjin xwîneran? Peyam û helwesta we di vê romanê de çi ye?   
Gelê kurd ji dîroka xwe ya 2600 salan û vir ve di pêvajoyên pir grîng û bi êş re derbas bûye û ev rewş hîn jî didome. Min jî xwest ez serdemeka ji van serdeman ku ez bi xwe têre derbas bûme û nexşên êşên wê serdemê bi reng û awayekî di jiyana min de jî honayî ne bi zimanê wêjeyê vebêjim û ji nifşên nû re bihêlim. Daxwaza vegotina serdemekê û daxwaza xizmeta zimanê minî pîroz ez ber bi vê romanê ve herikandim.
Her wiha dazanîna rewşa siyaseta kurd li bi taybet Bakurê Kurdistanê û rewşa sosyopsikolojiya gel, pêşkeftina gel, bandora Tevgera Azadiyê li ser gel û kiryarên dijmin ên serdemaka grîng, ji bo min grîng bûn. Dîsa înformekirin û motîvekirina nifşên nû derbarê vê serdemê û têkoşîna vî gelî de ji bo min pir grîng bûn.
Peyam êş e! Êş her dem wekî tiştekî neyînî hatiye ziman û ya rastî pir normal e ku kesek naxwaze êşê nêzî xwe bike. Lê em hemî mêweyên êşê ne. Kurd li ser êşên xwe bilind dibin, bi êşên xwe ve li ser lingan dimînin, êşên wan di heman demê de yek ji sedema sereke ya hebûna wan e. Helwest, xwedîlêderketina li vê êşa xwe ye, ango li xwe ye.
Zerdeşt, temsîliyeta çi û kî/ê dike?  
Ya rastî, Zerdeşt tu yî, ez im, em in. Zerdeşt rastiyeka vê civakê bixwe ye. Min xwest her kesek parçeyeka xwe di êş, evîn, giyan, jiyan û serpêhatiyên Zerdeşt de bibîne. Eger wisa bûbe, ez di vê romanê de gihîştime armanca xwe.
Me di romanê de dît ku serlehengê romanê Zerdeşt, bav e, bavê kurekî bi navê Egîd e. We çima hewce dît ku, di rewşeke wiha de Egîd hebe an jî biwelide? Gelo em dikarin bibêjin, ev bertekek li dijî dijmin e ku, di her rewşê de Kurd, ne bê nifş û tov in?  
Egîd hêvî ye! Heya egîdên vî gelî hebin dê hêviya wî jî hebe û çîrokên bi vî rengî di têkoşîna van çil salên dawîn de jî pir hatine jiyîn, ango Egîd di wî warî de jî parçeyek ji rastiya me û ya vê şoreşa mezin e. Ya din; Egîdê Zerdeşt di heman demê de mêweyê şer e. Mêweyê şerê giyanî, ya pêlên Zerdeşt e ku gelek caran Zerdeşt di nav xwe de wenda dikin, hilm lê diçikînin û dikin wî bifetisînin. Egîd, mêweyê bêbiryariya Zerdeşt a giyana wî ya bi êş e. Lê Egîd di heman demê de mêweyê evîneka kûr a bi raz û êşên mezin honayî ye. Egîd evîna Zerdeşt û Bihara vî gelî ye!
Em dibin şahid ku di dawiya romanê de Zerdeşt ne bi gulleya dijmin, lê bi gulleya pêşmergeyek bi navê Zagros tê kuştin (mirina Zerdeşt jî ne ew qasî diyar e) çima dawiyek wiha bi trajedî?  
Êş û trajedî nexşa herî bel û bela wela ya li ser mahfûra jiyana vî gelî ne! Romaneka bi vî rengî, bêyî trajedî dê neşibiyana tiştekî. Roman bi trajediyekê jî dest pê dike jixwe. Her du trajedî jî ne xerîbên jiyana civaka me ne, gelek caran hatine jiyîn, hezar mixabin. Min tenê xwest bi ziman bikim, ewqas. Lewra divê beriya şahiyên me, êşên me bi ziman bikevin, bibine qêrîn!
Belê Zerdeşt ne diyar e ka miriye an na. Ez demeka dirêj bê biryar mam ka di beşa duduyan de çi bikim, lê min axir biryar da û bi raya min biryareka rast e jî. Lewra dawiya romanê ne tenê di mijara mirin an nemirina Zerdeşt de, lê di hin aliyên din de jî ne zelal e, divê bêne zelalkirin. Wê demê dikare bê gotin ku ev roman temam bûye. Lê bê guman romana Tevgera Azadiyê didome û dê her bidome.
Ji pêvajoya fermandariya Zerdeşt û heya bi dawiya romanê mîna we hinekî lez kiriye û zû dawî li romanê aniye? Ango wekî din rexne û nêrînên çewa bûn ji bo romanê? Bertek çi bûn?  
Belê rast e. Gelek nirxandin bûn li ser vê romanê, wekî peyam ji min re hatin û 4 nivîskarên hêja jî li ser romanê gotar nivîsîn di vê pêvajoyê de. Rexneya herî berçav û hevpar ji bo romanê ev bû ku roman di dawiyê de bi lezekî hatiye temamkirin, dikaribû hinekî dirêjtir be. Ya rastî, ez bi xwe jî piştî van rexneyan lê hişyar bûm û min careka din xwend û dît ku belê rast e dikaribû bi kêmasî di navbera 30 û 50 rûpelên din de jî lê zêde bibe. Lê jixwe ji destpêkê ve motîvasyona min a li ser vê romanê, berdewamkirina wê bû. Dikare ji ber wê rû dabe. Lê bê guman rexne di cî de ne. Her beş divê di çêja xwe de bê temamkirin. Wekî din jî, dostek ku ev 22 sal in di girtîgehê de ye rexneyeka ji bo min grîng anî ji bo rûpela dawî. Grîng bû, lewra bixwe jî pêvajoyeka nêzî wê jiyaye. Di pêvajoya şerê navbera Dewleta Tirk-PDKê û Tevgera Azadiyê de cî girtiye. Lê ji xwe di beşa duyem de cî ji wê rexnê re namîne. Min beşa dawî bi zanebûn xumam, ango ne zelal hişt û min vê bi wî dostî jî da zanîn. Wekî din jî pesindan bûn û bi gelemperî jî bertek û nêrîn û rexneyên pir erênî bûn ji bo romanê. Bi taybet gotin û nirxandinên li ser zelaliya zimanê romanê ez pir dilşa kirim.
Baş e, Egîd, kurê Zerdeştê şervan, gelo dê bibe berdewamiya romanekî din? Ger bibe, hûn ê barekî çawa hilgirînin ser milên Egîd û dê rolekî çawa bilîze di romanê de?  
Bersiva vê pirsê li jor e bi raya min. Egîdê Zerdeşt dibe, an Egîdeka/î, din dibe, lê ev gel bê Egîd û bê hêvî nemaye û dê nemîne jî. Îcar dema ev rastiyeka me ya civakî ye, bê guman ku dê Egîdên romana min jî hebin. Lê wê Egîdê Bihar û Zerdeşt yek ji wan be an na, bi destûra te tiştekî nebêjim ji niha ve.
Heger romana duyem di rê de be, hûn dikarin vê mizgîniyê bidin me û kurt û Kurmancî hûn dikarin hinekî behsa vê romanê bikin? 
Belê, beşek grîng hatiye nivîsîn. Ez hewl didim serdema navbera salên 1992 û heya 1999an bihonim di vê romanê de. Ya rastî berpirsyarî û barekî giran e ji bo min. Lewra vegotina dîrok û çîroka Tevgera herî mezin a dîroka Kurdistanê û ya gelê kurd bi zimanê wêjeyê him berpirsyarî û him barekî giran e. Bê guman bi romanekê her tişt nikare bê vegotin jixwe, lê hema bikaribe bibe dilopek ji vê deryayê, dê şabûna min be. Yek ji sedema mezin a derengmayîna beşa duyem a romanê jî ev e jixwe.
MAHABAD FELAT ARDA KÎ YE?
Di sala 1966an de, li navçeya Farqînê ya Amedê ji dayîk bûye. Xwendina xwe yî seretayî, navînî û lîse li Farqînê kir. Di navbera salên 1991 û 1992an de di avakirina Komeleya Mafê Mirovan a Mersînê û di rêveberiya komeleyê de cî girt. Di sala 1992yan de, li Stenbolê alîkariya rojnameya Welat kir, bi navê Salar Amedî hin nivîs nivîsandin. Di dawiya heman salê de derkete Ewrûpayê. Di neqeba salên 1995-1997an de, li MED-TV’yê kar kir, di rêveberiya televizyonê de cî girt, nûçeyên Kurdî amade û pêşkêş kir. Bi navê Mahabad Amedî ji rojnameya Özgür Politikayê re nivîsên bi Tirkî, caran nivîsên bi Kurdî ji bo rojnameya Axîna Welat a li Sovyeta Berê nivîsand. 
Ji sala 1999an ve li Swêdê, li bajarê Stockholmê dijî. 
Mahabad Felat Arda edîtoriya malpera www.amidakurd.com‘ê dike. Her wiha tevî damezrandina komeleyekê bi navê Komeleya Perwerdeyî, Wêjeyî, Çandî û Hunerî ya Kurd (PERKURD) bûye û sê salan serokatiya vê komeleyê jî kiriye. 
ARYEN KURDî

bersiv bide

Please enter your comment!
Please enter your name here